şaredariya ne demek / şaredari - ekşi sözlük

Şaredariya Ne Demek

şaredariya ne demek

Di salên dawî de li dijî terorê têkoşîneke xurt û bibiryar hat meşandin. Rêxistina terorî PKK/KCK ya ku piştî vê têkoşînê dest û piyê wê hat girêdan derfetên şaredariyan bi navbeynkariya hin şaredaran ji bo armancên îllegal bi kar anîn.


Xwestin hin şaredariyên ku di makezagonê de wezîfe û berpirsiyariyên wan hatine diyarkirin, şaredariyên ku perçeyekî organizasyona dewletê ne û wezîfeyên wan ên esas peydakirina ihtiyacên deverî û muşterek ên welatiyan e wek navendên lojîstikê; ji bo piştgiriya faaliyetên terorê û temîna milîtanan, çavkaniya pere û peydakirina amûrên ji bo vê armancê bi kar bînin. Di ser de xwestin van şaredariyan bikin perçeyekî modeleke rêvebiriyê ya din a ji herêmên din ên welatê me cuda ye û ev şaredarî wek amûreke xirakirina bihevrebûna welatê me ku di maddeya 3. a Makezagona me de bi awayekî zelal hatiye eşkerekirin bi kar anîn.

 
Piştî ku ev rewş bi lêpirsînên îdarî û adlî hat tespîtkirin; şaredarên ku bi rêxistinên terorî re elaqe û têkiliya wan heye, ew şaredarên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorî û di vê mijarê de delîl û tespît hene ji aliyê Wezareta me li gorî madeya 127. a Makezagonê û Madeya 47. a Qanûna Şaredariyan ya ku hejmara wê 5393 ye ji wezîfeyê hatine dûrxistin û di şûna wan de jî li gorî madeya 45. a Qanûna Şaredariyan wekîlên şaredaran hatine wezîfedarkirin. 
Bi vê pêvajoyê û têkoşîna xurt a hemû saziyên dewletê hejmara kesên ku digihêjin rêxistinên terorî daket asteke ku di 30 salên dawî de nehatiye dîtin û hejmara terorîstên li nav welêt jî heta 600î daket ku berê dora 1800-2000î de bû. Li gelek navçe û bajarên me yên Rojhilat û Başûrê Rojhilat îmkanên şaredariyan di şûna fînansmana rêxistinên terorî de ji bo xizmetên deverî hatiye bikaranîn. Li bajarên me yên ku rêxistinên terorî bi çal û barîkatan xwestin li wan deran aloziyê derxin şaredariyên jidil ên ku aramî û xizmetê didin ava bûn. Bi vî awayî ewlehiya çavkaniyên dewletê pêk hat, ew çavkanî ji bo xizmetên şaredariyan hat xerckirin û aramî û refaha welatiyên me zêdetir bû.

     
Rêxistina terorî ya cudaxwaz û şaxên wê yên siyasî yên ku pê re hereket dikirin ên ku bi wezîfedarkirinên di şaredariyan de îmkanên şaredariyan ji destê wan çûn êdî nikaribûn îmkanên şaredariyan ji bo peydakirina milîtanan û çavkaniya pere bikar bînin û rê nîşanî alîgirên xwe bidin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî Hilbijartinên Giştî yên Îdareyên Mehellî yên 31ê Adara 2019an wek fersendekê dîtin.  Rêxistina terorî ji bo kesên ku wextê hatin hilbijartin wê karibin wanan bi rihetî îdare bike û wê li gorî gotinên wê hereket bikin bên hilbijartin hewl û xîreteke mezin da.  Ji bo vê yekê di serî de Ahmet Türkê ku girtî bû lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê biryar hat dayîn negirtî bê darizandin jî di nav wan de hin kesên ku derbarê wan de ji ber Avakirin û Rêvebirina Rêxistina Terorî, Endamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdar, Propagandaya Rêxistina Terorî û ji ber Pesindayîna Sûc û Sûcdaran lêpirsîn û şopandin hene biqest û hemdê xwe wek namzedê hin şaredariyan nîşan dan. 


DI VÊ ÇARÇOVEYÊ DE LI DİYARBAKIRÊ;

 

  1. Ji ber sûcê “Avakirin û Rêvebirina Rêxistina Terorî ya Çekdar”  şopandina Mehkemeya 9. Cezayên Giran a Diyarbakirê ya ku hejmara Esasê 2017/129 e, 
  2. Ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesindayîna Sûc û Sûcdar” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya ku hejmara wê 2018/7592 e  
  3. Ji ber sûcê “Endamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdar”  lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbakirê ya ku hejmara wê 2019/30425 e,  
  4. Ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesindayîna Sûc û Sûcdar” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya ku hejmara wê 2019/111869 e, 
  5. Ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesindayîna Sûc û Sûcdar” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya ku hejmara wê 2019/106124 e,
  6. Ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesindayîna Sûc û Sûcdar” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya ku hejmara wê 2019/111864 e,
  7. Ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesindayîna Sûc û Sûcdar” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya ku hejmara wê 2019/111876,
  8. Ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesindayîna Sûc û Sûcdar” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya ku hejmara wê 2019/111845 e,
  9. Ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî, Endamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdar” ya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbakirê ya ku hejmara wê 2019/28838 e Adnan Selçuk MIZRAKLI bûye Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbakırê.

 

DI VÊ ÇARÇOVEYÊ DE LI MARDİNÊ;

 

 

  1. Ji ber sûcên “Endamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdar, Xirab Bikaranîna Wezîfeyê, Avakirina Rêxistina Terorî û Rêvebirina Wê” wek girtî dihat darizandin lê ji ber ku temenê wî mezin bû û tenduristiya wî ne baş bû şopandina ku bi şertê qontrola adlî hat berdan ya 3yem Mehkemeya Cizayê Giran a Mardinê ku hejmara wê 2017\279 e,
  2. Dosyeya ku hejmara wê 2018\229 e ya 3yem Mehkemeya Cizayê Giran a Mardinê, ji ber sûcê “Propagandaya Rêxistina Terorî” lêpirsîn,
  3. Dosyeya ku hejmara wê 2018\2770 e ya Serdozgeriya Komarê ya Mardinê, ji ber sûcê “Emdamtiya Rêxistina Terorî Çekdar” lêpirsîn,
  4. Dosyeya ku hejmara wê 2018\11686 e ya Serdozgeriya Komarê ya Mardinê, ji ber sûcê “Propagandaya Rêxistina Terorî” lêpirsîn,
  5. Di dosyeya 2019\300 hejmarî ya Serdozgeriya Komarê ya Mardinê de bi sûcê “Emdamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdar û Bi Dilê Xwe Alîkarî Dayîna Rêxistina Terorî” lêpirsîn,
  6. Dosyeya ku hejmara wê 2019\1642 e ya Serdozgeriya Komarê ya Mardinê, ji ber sûcê “Emdamtiya Rêxistina Terorî û Bi Hemdê xwe Alîkariya Rêxistina Terorî” lêpirsîn. Ahmet Türkê ku derheqê wî de evqas lêpirsîn hebûn û ew lêpirsîn dewam dikirin bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Mardinê.  

DI VÊ ÇARÇOVEYÊ DE LI VANÊ; 

 

  1. Ji ber sûcê “Propagandaya Rêxistina Terorî” lêpirsîna 2. Mehkemeya Cezayê Giran a Vanê ya ku hejmara wê 2016\557 e,
  2. Ji ber sûcê “Propagandaya Rêxistina Terorî û Endamtiya Rêxistina Terorî” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Vanê ya ku hejmara wê 20016\9837 e,
  3. Ji ber sûcê “Propagandaya Rêxistina Terorî” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Vanê ya ku hejmara wê 2016\15596 e,
  4. Ji ber sûc “Propagandaya Rêxistina Terorî” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Vanê ya ku hejmara wê  2019\6711 e,
  5. Ji ber sûcê “Propagandaya Rêxistina Terorî û Pesindayîna Sûc û Sûcdaran” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Vanê ya ku hejmara wê 2019\11570 e,
  6. Ji ber sûcê “Propagandaya Rêxistina Terorî” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Vanê ya ku hejmara wê 2019\11571 e,
  7. Ji ber sûcên “Emdamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdar û Propagandaya Rêxistina Terorî” lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya ku hejmara wê 2019\109905 e, Bedia Özgökçe Ertan dema ev lêpirsîn hemû dewam dikirin bûbû Şaredara Bajarê Mezin a Vanê. 

Derheqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbakırê Adnan Selçuk Mızraklı de, ji ber sûcên “Avakirina Rêxistina Terorî a Çekdar û Rêvebirina Wê, Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesindayîna Sûc û Sûcdaran” 1 şopandin, 8 dosyeyên lêpirsînê hene. Derheqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mardinê Ahmet Türk de 2 şopandin, 4 dosyeyên lêpirsînê hene. Derheqê Şaredara Bajarê Mezin a Vanê Bedia Özgökçe Ertanê de 1 şopandin, 6 dosyeyên lêpirsînê hene. Piştî her sê şaredaran dest bi kar kir, şaredarî ne ji bo ihtiyacên muşterek ên gel, ji bo berjewendiyên rêxistina terorî ya cudaxwaz bi kar anîn. Li gorî gotin û siyaseta rêxistina terorî siyaset kirin. Fersêndên şaredariyê li gorî piştevaniya rêxistina terorî bi kar anîn. Li gorî piştevaniya rêxistina terorî ya cudaxwaz tevgeriyan. Derheqê van kar û barên wan de gelek gilî, gazinc û ixbar gihiştin wezareta me.


Şaredarên Bajarên Mezin ên Diyarbakır, Mardin û Vanê çawa dest bi kar kirin;

 

  • Bi dengên gel wek şaredar hatin hilbijartin lê wan ev ji bîr kir û li gorî talîmatên rêxistina terorî ya cudaxwaz tevgeriyan. Di mewzuata şaredariyan de sepandina “Hevserokatiyê” tune ye,  lê wan hemû rayeyên şaredaran ligel kaşo hevserokan bi kar anîn, tu kes nizane hevserok ji aliyê kê ve û çawa hatine hilbijartin, lê bi awayekî derqanûn li ser kar in. Hewl dan ku şaredariyan bikin cihên wisa ku ji yekparetiya welêt cuda. Kesên ku hat tespîtkirin; têkiliya wan bi rêxistina terorî re heye  ji kar hatibûn avêtin, lê wan ew kes dîsa bi wezîfeyên cuda girtin kar û şaredarî dîsa bûn hêlîna kesên piştgiriyê didin terorê.   
  • Hiştine ev kesên ku ne xebatkarên şaredariyê ne dest li karê şaredariyê bidin, qerara personelên ku dikevin kar ew bidin, mijaran bidin pêşiya meclis û encûmenan. Ji xeynî van, hin kesan di hilbijartina 2019an de, di lîsteya HDPê de bûn endamên meclisê lê ji ber ku ji karê dewletê hatine avêtin mazbata negirtibûn. Lê wan hişt ew kes jî wekî ku li ser kar bin di şaredariyê de bixebitin û emiran bidin xebatkarên şaredariyê.
  • Tevlêbûna rêxistina terorî gelekî kêm bû. Ji bo ku berê merivan bidin rêxistina terorî, hewl dan xizmên terorîstên PKKyî yên ku di operasyonên li dijî terorê de hatin bêgavhiştin bixin kar û alîkariya malbatên wan bikin. Ji bona vê jî zext û tehde li xizmên şehîdan ên di belediyê de kirin, cihê ku ew lê dişixulin guherandin û hin ji wan ji kar avêtin.
  • Li şûna ku ji derd û hewcedariyên millet re çareyan bibînin çûn ser cenazeyên terorîstên ku bona Dewleta me xira bikin gelek esker, polîs, cendirme, gundparêz, mamoste û xebatkarên din bêyî dilê wan bişewite kuştibûn. Ew çûn ser gorên terorîstan û wan bi vî hawî, bi awayekî eşkere piştgirî da rêxistina terorî û terorîstan.
  • Piştî hilbijartina herêmî ya 2019an navên kûçe û kolanan ên ku tarixa me ya millî û manewî tînin bîra mirov; bi navên piştevanên rêxistina terorî ên ku di endamiya rêxistina terorî de ketine hepsê re guherandin.
  • Şaredar ji bo terorîstên ku mirin diketin rêzê. Di wan merasîman de sirûda ku endamên rêxistina terorî ya dabeşkar wek Sirûda Rêxistinê lêdixin dihat gotin. Ev yek eşkere bû.

Li ser van mijaran Wezareta me tavilê dest bi lêpirsînan kir.

 

Li gorî qaîdeya yekitiya birêvebirinê, şaredarî û hemû saziyên Dewleta me mecbûr in ku li gorî wezîfe, berpirsiyarî û rayeyên makeqanûnê tevbigerin. Lê heger wezîfedar an jî daîreyên dewletê li gorî wezîfeyên ku qanûn dibêje tevnegerin; li gorî dilê xwe, li gorî hin kes û komên din, li gorî xebat û çalakiyên rêxistinên terorî tevbigerin û li ser vê yekê lêpirsînên edlî û îdarî vebin; wê gavê Wezareta me jî li gorî rayeya ku Makeqanûnê daye, ew ê wezîfeya xwe bike.


Ji bona vê yekê;


Mehkemeyan li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbakırê Adnan Selçuk MIZRAKLI; ji ber sûcên “Avakirin û Birêvebirina Rêxistina Terorî ya Çekdar”, “Endamiya Rêxistina Terorî ya Çekdar”, “Propagandaya Rêxistina Terorî, Pesinandina Sûc û Sûcdaran” (9) şopandin û lêpirsîn vekirin. Her wiha Wezareta me jî 3 lêpirsîn dan destpêkirin.


Şaredarê Bajarê Mezin ê Mardinê Ahmet TÜRK ji ber sûcê “Endamiya Rêxistina Terorî ya Çekdar” ê dosyeya 2017/279an di hepsê de bû û dihat mehkemekirin. Lê ji ber nexweşiya wî ew bi şertê kontrola edlî, ji bo ku mehkemeya wî bê hepiskirin dewam bike hat berdan. Ji bilî vê dosyeyê, ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî”, “Endambûn û Bi Dilê Xwe Alîkariya Rêxistina Terorî ya Çekdar”, “Endamiya Rêxistina Terorî ya Çekdar, Xirakirina Wezîfeyê, Avakirin û Birêvebirina Rêxistina Terorî” (6) şopandin û lêpirsîn li ser wî hebûn. Wezareta me jî 3 heb lêpirsîn dan destpêkirin.


Mehkemeyan li ser Şaredara Bajarê Mezin a Vanê Bedia ÖZGÖKÇE ERTANê; ji ber sûcên “Propagandaya Rêxistina Terorî”, “Pesinandina Sûc û Sûcdaran, Propagandaya Rêxistina Terorî” (7) şopandin û lêpirsîn dan destpêkirin. Wezareta me jî (3) lêpirsîn vekirin.


Ji bo zirar li lêpirsîn û şopandinên edlî û îdarî nekeve, li gorî xala 127an a Makeqanûnê û 47emîn xala Qanûna Şaredariyan a ku nimreya wê 5393 ye wek tevdîreke demkî ev kes ji kar hatin dûrxistin. Li gorî xalên 45 û 46an ên heman Qanûnê; Waliyê Diyarbakırê Hasan Basri GÜZELOĞLU wek Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbakırê, Waliyê Mardinê Mustafa YAMAN wek Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mardinê, Waliyê Vanê Mehmet Emin BİLMEZ wek Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Vanê hatin wezîfedarkirin.


Em ji bo gelê xwe bi rêzdarî îlan dikin.


 

Türkçe - Farsça çeviri (v1.4 yeni)

Türkçe dilinden Farsça diline (google translate aracılığıyla) hızlı cümle ya da kelime çeviri yapmanıza yardımcı olan bir sözlük sistemidir. Dünya dilleri arasında yapılacak olan cümle ve kelime çevirilerinizi kolaylaştırır. ÇevirSözlük.com Dünya'da en yaygın olarak kullanılan bir çok dili içinde barındırmaktadır. Bu diller arasında herhangi bir ücret ödemeden ve sınırlama olmaksızın istediğiniz cümle ya da kelime çevirilerinizi hızlı bir şekilde yapmanız mümkündür.

Kullanım ve Gizlilik

Cevirsozluk.com aracılığıyla yapılan tüm çeviri verileri toplanmaktadır. Toplanan veriler herkese açık, anonim olarak paylaşılır. Dolayısıyla Çevir Sözlük kullanarak yapacağınız çevirilerde kişisel bilgi ve verilerinizin yer almaması gerektiğini hatırlatırız.

Cevirsozluk.com kullanıcılarının çevirilerinden oluşturulan içerikte argo, küfür vb. uygun olmayan öğeler bulunabilir. Oluşturulan çeviriler her yaş ve kesimden insanlar için uygun olamayabileceğinden dolayı, rahatsızlık duyulan hallerde siteminizin kullanılmamasını öneriyoruz. Kullanıcılarımızın çevirilerle eklediği içeriklerde telif hakkı ya da kişiliğe hakaret vb. öğeler bulunuyorsa site yönetimiyle iletişime geçilmesi halinde gerekli düzenlemeler yapılacaktır.

İçindekiler

به

amak, amasi, amış, demm, edilemek, edilme, gava, gitmeye, haline, ıntomer, içeri, ilanu, kılması, larak, olmasaya, olmasını, olmasi, sırtına, söylee, söyleyecek, söyleyin, ua, uzaklaşılara, ūzermek, vake, varabilmek, varamak, vermemeye, vermiştir, yapabilmek, yaptırmak, yazmayi, yöretmek, zorun

Sitenize ya da blogunuza Türkçe Farsça çeviri ekleyin:
l

nest...

batman iftar saati 2021 viranşehir kaç kilometre seferberlik ne demek namaz nasıl kılınır ve hangi dualar okunur özel jimer anlamlı bayram mesajı maxoak 50.000 mah powerbank cin tırnağı nedir